Bilind Îbrahîm

Kiçkeka Can

Kiçkeka can ji xew rakirim
Destê min girt lidîf xu birim
Paytextê singê min hejan
U jibajêrê min dur kirim

Nê ew şahe u bawerîye
Dilovane u ronahîye
Serkirdeye u çuna mejî
Bo cîhana evînêye

Rînişte xar ne rabuve
Serê min dana ser pêxuve
Sitran gotin ez jî dixew çum
Bin sîbera pirça wêve
Stream naživo