Ciwan Haco

Dîyarbekir Mala Min E

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e

Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilez in
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e

Li ser singa te bû ferman
Hatin bi te ve xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
Êdî ne ma tirsa giran

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e

Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te vedigerim carek dinê
Gul û Sosin pel weşandin
Bi hêsira, dîtina te ne

Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Stream naživo